Em dê li ser folklor, edebîyata gelêrî û rê û rêbazên berhevkarîyê kurseka bisertîfîka û rûbirû li dar bixin. Kurs ê di 27.04.2024an da dest pê bike û di 19.05.2024an da bi dawî bibe.
Kursa me dê li Amedê be û bi 25 kesan sînorkirî be.
Xalên Giring ji bo Serlêdanê:
1. Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê, bêyî kêmasî bê dagirtin. Ji bo ku hûn bikarin dagirin divê pêşî hûn qeyda endamtîya xwe çê bikin. Ji bo qeyda endamtîyê lînka jêrîn bitikînin:
Lînk: http://online.wmezopotamyaye.org/
2. Serlêdan dê heta 24.04.2024an bên qebûlkirin.
3. Kesên ku hatine qebûlkirin yan jî nehatine qebûlkirin dê di 25.04.2024an da bên dîyarkirin. Ders ê di 27.04.2024an da dest pê bikin.
4. Ji bo mafê wergirtina sertîfîkayê, divê kursîyer bi kêmanî beşdarî ji sedî (%80) heştêyî dersan bibin.
5. Kurs bê pere ye.
* Ji bo pirsên xwe hûn dikarin bi me ra têkevin têkilîyê.
Tel-WhatsApp: +090 (549) 440 2220