Em dê li ser folklor, edebîyata gelêrî û rê û rêbazên berhevkarîyê kurseka bisertîfîka û onlîne li dar bixin. Kurs dê di 20.11.2024an da dest pê bike û di 22.12.2024an da bi dawî bibe.

Kursa me dê onlîne be û bi 100 kesî sînorkirî be.

 

Xalên Giring ji bo Serlêdanê:

1. Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê, bêyî kêmasî bê dagirtin. Ji bo ku hûn bikarin dagirin divê pêşî hûn qeyda endamtîya xwe çê bikin. Ji bo qeyda endamtîyê lînka jêrîn bitikînin:

Lînk: http://online.wmezopotamyaye.org/

2. Serlêdan dê heta 15.11.2024an bên qebûlkirin.

3. Kesên ku hatine qebûlkirin yan jî nehatine qebûlkirin dê di 18.11.2024an da bên dîyarkirin. Ders dê di 20.11.2024an da dest pê bikin.

4. Ji bo mafê wergirtina sertîfîkayê, divê kursîyer bi kêmanî beşdarî ji sedî (%80) heştêyî dersan bibin.

5. Yên ku carekê tevlî kursa folklorê bûne careka din nikarin tevlî bibin. (ji bo pêşî li hevalên nû bê vekirin.)

6. Kurs bê pere ye.

 

* Ji bo pirsên xwe hûn dikarin xwe bigihînin me:

Tel-WhatsApp: +090 (549) 440 2220

Dîrok: 06.11.2024