Di van salên dawî da, her ku diçe giringîya perwerdeya zanista hiqûqê ya bi zimanê kurdî zêdetir dibe. Perwerdeyeka bi wî awayî, dikare bingeha hiqûqî ya pisporên wê şaxa zanistê xurttir bike û dê ew pispor bikarin rêzik û binemayên qanûnê bi zimanê xwe yê zikmakî nîqaş bikin. Ji bo vê çendê jî, Weqfa Mezopotamyayê kurseka onlayn ya perwerdeya termên hiqûqê li dar dixe. Kursa perwerdeya termên hiqûqê ne tenê xebateka zimanî ye, herweha gavek giring e ji bo xurtkirina hişmendî û ramanwerîya hiqûqî.

Em dê di heyama perwerdeyê da li ser têgihên sereke yên sê şaxên hiqûqê bisekinin ku Hiqûqa Qanûna Bingehîn, Hiqûqa Girêbestan û Hiqûqa Sizayî ne. Kurs dê sê mehan (kanûna pêşîn, kanûna paşîn, sibat) berdewam bike. Ders dê rojên sêşem û înê bên dayîn. Maweya her dersekê du saet in.

Xalên Giring ji bo Serlêdanê:

• 1. Hemû ders dê bi rêya Zoomê bên dayîn û kontenjana kursê bi 30 kesî sînorkirî ye.

• 2. Kesên ku dikarin serlêdanê bikin, divê pisporên hiqûqê, parêzer yan jî ew kes bin ku di warê hiqûqê da dixebitin.

• 3. Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê, bêyî kêmasî bê dagirtin. Ji bo dagirtina formê vê lînkê bitikînin:

 

LÎNKA SERLÊDANÊ: https://online.wmezopotamyaye.org/

• 4. Roja dawî ya serlêdanê: 25.11.2024

• 5. Kesên ku hatine qebûlkirin yan jî nehatine qebûlkirin, dê 28.11.2024an bên agahdarkirin. 

• 6. Ders dê 03.12.2024an dest pê bikin û dê 28.02.2025an bi dawî bibin (bi giştî 48 ders).

• 7. Zimanê perwerdeyê bi kurdîya kurmancî ye û kesên ku ji bo kursê serlêdanê dikin jî divê kurdî baş bizanin.

• 8. Ji bo mafê wergirtina sertîfîkayê, divê kursîyer bi kêmanî beşdarî ji sedî heştêyê (%80) dersan bibin.

• 9. Kurs bêpere ye. 

 

 

Têkilî

Whatsapp: 0549 4402220

E-mail: [email protected]

Dîrok: 19.11.2024