Semînera Netewesazî, Ziman û Standardîzasyona Zimanan (Standardîzasyona Kurdî)”

Semînera bi navê “Netewesazî, Ziman û Standardîzasyona Zimanan (Standardîzasyona Kurdî)” ji alîyê zimannas Mikail Bulbulî ve, li Weqfa Mezopotamyayê hat dayîn. Bulbul di pêşkêşîya xwe da hem li ser teorîyên netewe û netewesazîyê hem jî têkilîya netewesazîyê û standardîzasyonê bi berfirehî sekinî. Herweha ji bo rewşa kurdîyê û standardîzasyona kurdîyê jî gelek nirxandin kirin. Semînera ku bi piranî xwendekarên masterê yên beşên kurdî beşdar bûbûn, bi pirs û bersivan dewam kir.

Dîrok: 27.12.2019