Xebata Rêbera Rastnivîsînê

Weqfa me ji bo ku kurdî bigihîje zimanekî standard yê rastnivîsînê, xebateka giring kirîye ku ew jî xebata rêbereka rastnivîsînê ye. Ji bo vê xebatê, ji kesên ku di warê zimannasîyê da dihên nasîn, komîsyoneka ku ji bîst kesan pêk dihê, hatîye avakirin. Di encama gelek komxebatên vê komîsyonê da rêbereka rastnivîsînê hatîye amadekirin û bi navê “Rêbera Rastnivîsînê” çap bûye û ji bo raya giştî hatîye pêşkêşkirin. Pisporên ku beşdarî vê komxebata kolektîf bûne ev in: Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şûcaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmîsanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mikaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî û Zulkuf Ergun.

Dîrok: 09.03.2021