Xebata Têgihên Zimannasîyê

Lijneya me ya zimanî ku di bin banê Weqfê da dixebite, ji bo tesbîtkirina bergindên têgihên rêzimana kurdîyê û têgihên bingehîn yên zimannasîyê ji 2015an ve komxebatan pêk diîne. Di vê çarçoveyê da heft komxebatên mezin pêk anîn ku hinek ji wan çar-pênc rojan dewam dikirin. Bi vî awayî li ser têgihên bingehîn yên têkildarî bi jêredîsîplînên zimannasîyê yên wekî rêziman, fonolojî, fonetîk, morfolojî, sentaks, semantîk û hwd gelek nîqaş hatin kirin û ji bo kurdîya wan biryar hatin dayîn. Ligel pênaseyên têgihên kurdî, bergindên têgihên îngilîzî, tirkî, erebî û farisî jî di vê xebatê da cih girtine. Ev xebat piştî hemû kontrolan, dê di sala 2021an da wekî ferheng çap bibe û bi raya giştî ra bihê parvekirin.

 

 

Dîrok: 09.05.2015