Semînera “Teknîk û Rêbazên Berhevkirina Berhemên Çanda Devkî û Folklorê”

Celîlê Celîl ku bi xebatên xwe yên li ser folklora kurdî dihê nasîn, li salona Weqfa me semînera bi navê “Teknîk û Rêbazên Berhevkirina Berhemên Çanda Devkî û Folklorê” pêşkêş kir. Celîlê Celîl ku xizmetên gelek mezin ji bo dîrok û folklora kurdan kirine, bal kişand ser dewlemendîya folklora kurdî û nîşan da ku divê lêkolerên ciwan yên kurd xwedî li vê mîrateya çandî derkevin û giringî bidin karê tomarkirinê. Celîlê Celîl, dûrûdirêj behsa xebatên berhevkirin û arşîvkirinê kir û tecrûbe û zanînên xwe yên li ser xebatên meydanî, bi berhevkarên ciwan ra par ve kir.

Dîrok: 05.05.2017