Hewcedarîya Weqfa Mezopotamyayê ji bo xebatê bi sê kesan heye. Ev sê kes dê ji bo van pozîsyonan bin:
· Koordînatora/ê Giştî
· Xebatkara/ê îdarî
· Xebatkara/ê Medyaya Civakî û Ragihandinê
Li jêr, ji bo her sê karan jî berpirsyarî û taybetmendîyên ku tên xwastin hatine rêzkirin. Kesên ku dê serî li karî bidin, divê karê ku ew dixwazin bixebitin dîyar bikin û CVya xwe ji maîla Weqfa Mezopotamyayê [email protected] ra bişînin.
Roja dawî ji bo serlêdanê: 20.08.2022 e.
1. Koordînatora/ê Giştî
Berpirsyarî:
· Plankirin, birêvebirin û koordînekirina karên dezgehî,
· Pêkanîna derfetan ku endam û rêveberên Weqfê tevî çalakîyên dezgehî bibin,
· Şopandina pêvajoya aborî û îdarî,
· Têkilîdanîna bi sazgehên sîvîl ên neteweyî û navneteweyî ra,
· Şopandina xebatên malper û hesabên Weqfê,
· Berpirsyarîya li hember rêveberîya Weqfê,
· Raporkirina xebatên Weqfê ji bo rêveberîya Weqfê
· Xurtkirina jêderên aborî
Taybetîyên ku divê hebin
· Hunera birêvebirin, plankirin û şopandina karan,
· Zanîna bi îngilîzî di asteka baş da,
· Zanîna bi kurdî,
· Zanîna bikaranîna bernameyên Microsoft Offîceyê
· Hunera xebata bi hev ra û komî
· Hunera ragihandinê ya baş
· Derçûna beşeka çarsale ya zanîngehê,
· Bêastengîya gerîn û çûna nav û derveyî welatî
2. Xebatkara/ê Îdarî
Berpirsyarî:
· Kirina karên îdarî û îktîsadî yên Weqfê,
· Kirina karên weşanxaneya Weqfê,
· Barkirina berhemên weqfê ji bo malpera Weqfê,
· Şopandina berhemên weqfê ya li pirtûkfiroşan,
· Karên mihasebeya Weqfê,
· Tespîtkirina pêdivîyên karên îdarî,
· Şopandina paqijî û pêdivîyên Weqfê,
· Parastina amûrên teknîkê yên Weqfê,
· Qeydkirina karên îdarî yên Weqfê,
· Qeydkirina pirtûkên pirtûkxaneya Weqfê,
Taybetîyên ku divê hebin:
· Derçûna ji beşeka çarsale ya zanîngehê, tercîhen beşeka îktîsadê
· Zanîna karên mihasebeyê
· Bikaranîna Microsoft Offîceyê û medyaya dijîtal,
· Hunera ragihandinê yên baş,
· Hunera şopandin û birêvebirina karî
· Zanîna raporkirina karî,
· Hunera xebata bi hev ra û komî,
· Hunera ragihandinê ya bi kurdî
3. Xebatkara/ê Medyaya Civakî û Ragihandinê
Berpirsyarî:
· Birêvebirin û xurtkirina malpera Weqfê,
· Birêvebirin û xurtkirina hesabên medyaya civakî yên Weqfê,
· Birêvebirin û şopandina maîlên Weqfê,
· Nasandin û firotina kovar û berhemên Weqfê,
· Tomarkirina nûçeyên der heqê Weqfê da,
· Birêvebirin û şopandina kursên ku di bin banê Weqfê da vedibin,
Taybetîyên ku divê hebin:
· Derçûna ji beşeka çarsale ya zanîngehê,
· Hunera ragihandinê yên baş (bi kurdî)
· Bikaranîna bernameyên Microsoft Offîceyê,
· Tercîhen zanîna bi îngilîzî,
· Bixwebawerî, baldarî û şîyana plankirina karî
· Hunera xebata bi hev ra û komî