Nivîskar | : Komxebata Kurmancîyê |
Weşanger | : Mezopotamya Vakfı Yayınları |
Cure | : Ziman |
Sal | : 2019 |
Rûpel | : 229 |
Çap / Hejmar | : 2 |
ISBN | : 978-605-80975-0-6 |
Rêbera Rastnivîsînê ji bo rastnivîseka yekgirtî bi awayekî kolektîf hatîye amadekirin. Rastnivîsîn, qayîdeyên zimanê nivîsînê dîyar dike û rê li ber tevlihevîyan digire. Kurmancîya nivîskî, li gor demên berê, îro di gelek warên jîyanê da dihê bikaranîn û pêwistîya wê bi rêberaka rastnivîsînê heye. Ji bo nivîsîneka baş, bi rêkûpêk, fambar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan, qayîdeyên zelal şert in. Lewra gava ku qayîdeyên rastnivîsînê yên li ser bingehên navbirî hebin, xwendin hêsantir û zelaltir dibe û rê li ber têgihiştinên şaş venabe. Di vê pirtûkê da bi dehan mijarên rastnivîsînê hatine nirxandin û formên standard ji bo zimanê nivîskî hatine pêşnîyazkirin.
Komxebata Kurmancîyê: Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şucaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, M. Malmîsanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mîkaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî, Zulkuf Ergun.