Edîtor | : Eşref Keydanî |
Weşanger | : Mezopotamya Vakfı |
Cure | : Kovar |
Sal - Hejmar | : 2019 - 4 |
Rûpel | : 120 |
ISSN | : 2667-6443 |
Kovara ku ji berhevkirinên folklorê pêk dihê, ji 3 mehan carekê dihê weşandin.
Hejmara mehên kanûna pêşîn, kanûna paşîn û sibatê ya kovara “Folklora Me”yê li ber destê we ye. Di vê hejmara kovarê da jî gelek mijarên curbicur yên li ser folklorê cih digirin. Di vê hejmarê da berhevkarîyên ji beşên cuda yên folklorê û binbeşên wan, gotarên curbicur, xaçepirsa folklorê, ferhengoka peyvan û hevpeyvîn hatine amadekirin û weşandin.
Kovarê di vê hejmarê da cih daye “Lorîyên Qelqelîyê” ku Mehmet Yildirimçakarî berhev kirine. Ahmet Seyarî berê xwe daye destanên kurdî û ew li ser rol û karîgerîya jinan ya di destanên kurdî yên epîk da, hûr bûye. Cemîl Şêlazî, di gotara xwe ya bi herfên erebî da, li ser bikaranîna nifiran ya di heyranokan da sekinîye. Mem Mukrîyanîyî li ser gîyayan nivîsîye. Di vê hejmarê da hin berhevkarên ciwan hene ku mirov çav li xebatên wan dike: Elîf Gun, Simko Sonmez, Helbest Çetîn, Hîkmet Yildiz û Vîldan Sevîm.
Folklora Me di her hejmareka xwe da cih dide xebatên berhevkarîyê û hêmanên dîtbarî. Kovara me sê mehan carekê derdikeve.