Edîtor | : Eşref Keydanî |
Weşanger | : Mezopotamya Vakfı |
Cure | : Kovar |
Sal - Hejmar | : 2020 - 5 |
Rûpel | : 112 |
ISSN | : 2667-6443 |
Kovara ku ji berhevkirinên folklorê pêk dihê, ji 3 mehan carekê dihê weşandin.
Hejmara mehên adar, nîsan û gulanê ya kovara “Folklora Me”yê li ber destê we ye. “Folklora Me”yê di vê hejmarê da demsala biharê kirîye mijara xwe ya esasî; behsa giringîya demsala biharê û giringîya wê ji bo civaka kurdan dike. Di vê hejmarê da dîsa lêkolîn û nirxandinên derbarê folklora kurdan da hatine weşandin.
Zeynep Yaşê di vê hejmarê da behsa “Havênê Penîrê Koçerî û Penîrê Çalê” kirîye. Mehmet Yildirimçakarî beşa duyem ya nivîsa xwe ya “Lorîyên Qelqelîyê” nivîsandîye. Yûsif Hêşetî “Werzên Salê”, Mahîr Ûgur “Nifirên Devera Meletîyê”, Kurdjan Sorî “Padîşah û Wezîr”, Elîf Gunduz “Nanê Binê Agir”, Mehpûs Serhedî beşa yekem ya “Mamikên Qerejdaxê”, Oktay Altûn “Xaçepirsa Folklorê” û çendîn nivîskarên din bi nivîsên curbicur di nava rûpelên kovarê da cih digirin. Folklora Me di her hejmareka xwe da cih dide xebatên berhevkarîyê û hêmanên dîtbarî. Kovara me sê mehan carekê derdikeve.