Edîtor | : Eşref Keydanî |
Weşanger | : Mezopotamya Vakfı |
Cure | : Kovar |
Sal - Hejmar | : 2020 - 6 |
Rûpel | : 112 |
ISSN | : 2667-6443 |
Kovara ku ji berhevkirinên folklorê pêk dihê, ji 3 mehan carekê dihê weşandin.
Hejmara mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê ya kovara “Folklora Me”yê li ber destê we ye. Folklora Me ku ji nivîs û berhevokên li ser folklorê pêk dihê, cih dide nivîsên bi zaravayên kurmancî û kirmanckîyê. Di vê hejmarê da du heb jê bi kirmanckî, 21 heb bi kurmancî bi tevahî 23 nivîsên li ser folklorê hene. Di nivîsa xwe ya kirmanckî da Perîhan Kayayê qala xwarina “Gebolî”yê kirîye û berhevkarê Sêwregî Yakup Taşçiyî jî çîrokek pêşkeş kirîye. Di vê hejmarê da, Ji herêma Torê, Nasir Torî bi meselokekê; ji Farqînê, Sosina Farqînê bi çîroka Sî Ahmedê Silîvî û Xecê; ji Şemzînanê Jîyan û Rojdayê bi xwarina “Rişterûn”ê; ji Pasûrê Ayela Zartoyê bi lêkolîneka li ser Pincara Gûlikê; Ji Agirîyê Fatma Şahînê bi ferhenga tematîk ya ajeldarî û cotkarîyê da cih girtine.
Folklora Me di her hejmareka xwe da cih dide xebatên berhevkarîyê û hêmanên dîtbarî. Kovara me sê mehan carekê derdikeve.