Edîtor | : Eşref Keydanî |
Weşanger | : Mezopotamya Vakfı |
Cure | : Kovar |
Sal - Hejmar | : 2020 - 7 |
Rûpel | : 88 |
ISSN | : 2667-6443 |
Kovara ku ji berhevkirinên folklorê pêk dihê, ji 3 mehan carekê dihê weşandin.
Hejmara mehên îlon, çirîya pêşîn, çirîya paşîn ya kovara “Folklora Me”yê li ber destê we ye. Di rûpelên “Folklora Me”yê da xebat û lêkolînên li ser folklora kurdî cih digirin, Di vê hejmarê da, nivîsên wekî “Ferhenga Tematik ya Hasil û Mitbexê (Bajarê Agiriyê), “Du Hikayet ji Herêma Garisanê”, “Hin Gotinên Pêşîyên ji Anatolîya Navîn”, "Çîroka Papûkê", "Şerbeta Rihanê" û hinên din cih girtine. Herweha rêzenivîsên “Biwêjên Gundê Çîçikayê-2” ya Bêrîvan Matyarê, “Ferhengoka Agirîyê-3” ya Firat Keklîkî di nava rûpelên kovarê ra cih ji xwe ra dîtine.
Folklora Me di her hejmareka xwe da cih dide xebatên berhevkarîyê û hêmanên dîtbarî. Kovara me sê mehan carekê derdikeve.