Nivîskar | : Mikail Bülbül, Mustafa Öztürk |
Weşanger | : Mezopotamya Vakfı |
Cure | : Ziman |
Sal | : 2021 |
Rûpel | : 181 |
Çap / Hejmar | : 1 |
ISBN | : 978-605-80975-7-5 |
PÊŞGOTIN
Peydabûna berhemên li ser zimanê kurdî ku di demên kevin da hatine nivîsîn, ji bo tarîxa xebatên zimanê kurdî gelekî giring e. Yek ji van berheman jî ya Mela Mistefayî ye ku bi navê “Rahênanên Zimanê Kurdî”yê ye û di sala 1880î da hatîye nivîsîn. Navê berhemê ne ji alîyê Mela Mistefayî ve, lê ji alîyê A. Jabayî ve û bi fransizî wekî “Exercices de la Langue Kurde”yê hatîye danîn ku kurdîya wê dibe “Rahênanên Zimanê Kurdî”. Ev berhema Mele Mistefayî jî wekî berhemên din gelekî giring e ku di koleksîyona Jabayî da cih girtine.
Mela Mistefayî ev berhem ji bo fêrkirina kurdîya kurmancî ya A. Jabayî amade kirîye û berhemeka rahênanî ye. Mela Mistefayî li alîyê rastê ve mînak rêz kirine, bi dû ra jî Jabayî xwendina van mînakan bi latînî nivîsîye û li nik wan jî wergêrana wan a fransizî nivîsîye. Dema ku em vê keda Jabayî bidin ber çavan, em dikarin bibêjin ku Jaba nivîskarê duyem yê vê berhemê ye. Di xebatê da li ser mijarên rêzimanî yên wekî dem, rawe û avahîyê, zêdetirî heşt sed mînak hatine pêşkêşkirin. Ji alîyê deman ve bi taybetî li ser sê demên sereke, borî, niha û dahatîyê sekinîye û berhema wî bi piranî ji mînakên van deman pêk dihê.
Me di vê xebata xwe da hem nirxandina vê berhemê kirîye hem metin latînîze kirîye hem jî metina latînîzekirî di nav tabloyan da û digel taybetmendîyên wan ên rêzimanî daye. Herweha me kopîya orîjînal a berhemê jî di beşa dawî da daye. Yanî di vê pirtûkê da çar beş hene ku beşa yekem nirxandina berhemê, beşa duyem di nav tabloyan da metina latînîzekirî digel taybetmendîyên wan ên rêzimanî, beşa sêyem metina berhemê ya latînîzekirî û beşa çarem jî kopîya orîjînal ya berhemê ye. Ji ber ku kopîya orîjînal ya berhemê jî tê da heye mirov bi hêsanî dikarin xwe bigihîjinê û xebatên cuda li ser wê bikin. Herweha bi vî awayî, berawirdkirina bi metina latînîzekirî jî minkun dibe û bi vî awayî mirov dikarin şaşî û kêmasîyên me jî tesbît bikin.
Em ji bo Reşo Zîlanî û Mehmûd Lewendîyî spasdar in ku ji bo kontrolkirinê dema xwe veqetand û pêşnîyazên xwe bi me ra par ve kirin. Em kêfxweş in ku berhemeka weha giring pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî dikin û em hêvî dikin ku dê bigihîje ber destê gelek kesan û sûdê jê wergirin.
Mikail Bülbül - Mustafa Öztürk
Dîyarbekir - Mêrdîn, 2021
NAVEROK
PÊŞGOTIN ……………………………………………………………………….
DESTPÊK Û SALOXDANA BERHEMÊ ………………………………………..
BEŞA YEKEM
NIRXANDINA BERHEMA MELA MISTEFAYÎ
NIRXANDINA NAVEROKA BERHEMÊ ……………………………………….
a. Kar û dem………………………………………………………………………….
b. Dema niha…………………………………………………………………………
c. Dema borî………………………………………………………………………….
d. Dema dahatî………………………………………………………………………..
ÇAVKANÎ…………………………………………………………………………….
BEŞA DUYEM
METINA BERHEMÊ YA LATÎNÎZEKIRÎ DIGEL TAYBETMENDÎYÊN RÊZIMANÎ ……
BEŞA SÊYEM
METINA BERHEMÊ YA LATÎNÎZEKIRÎ
METINA LATÎNÎZEKIRÎ…………………………………………………………………..
BEŞA ÇAREM
FAKSÎMÎLE ………………………………………………………………………………
Mîkaîl BILBIL: Di sala 1978an da li Qosara Mêrdînê çêbûye. Mastera wî li Zanîngeha Mardîn Artukluyê, li ser edebîyata kurdî ye. Li Zanîngeha Zaxoyê li ser sentaksa kurmancî doktora kirîye. Di salên 2012-2017an da li Zanîngeha Mardîn Artukluyê wekî mamosteyê beşa kurdî xebitî. Niha li Weqfa Mezopotamyayê wekî kordînator dixebite.
Mistefa OZTIRK: Di sala 1980yî da li Qosara Mêrdînê çêbûye. Perwerdeyîya xwe ya bilind li ser edebîyata tirkî qedandîye. Di navbera salên 2002 û 2015an da mamostetîya ziman û edebîyata tirkî kirîye. Ji 2015an vir ve li Zanîngeha Mardîn Artukluyê mamostetîya ziman û edebîyata kurdî dike. Hîn jî di qadên edebîyata kurdî, tirkî û berawirdkirina van her du edebîyatan da, xebatên xwe yên akademîk didomîne.