Nivîskar | : Wîldan Sevîm |
Weşanger | : Mezopotamya Vakfı |
Cure | : Folklor |
Sal | : 2022 |
Rûpel | : 157 |
Çap / Hejmar | : 1 |
ISBN | : 978-6-05-809759-9 |
Weqfa Mezopotamyayê, di sala 2017an da bi xebata perwerdeya folklorê, gelek berhevkar gihandin. Ev pirtûka li ber destê we, yek ji wê xebatê ye ku Wîldan Sevîmê li herêma Êlîhê berhev kirîye. Di vê pirtûkê da bi piranî çîrok, xebroşk û fabl hene, Rostemê Zal û Selmanê Sindî jî destan e ku navê xwe daye vê pirtûkê.
Wîldan Sevîm: Sala 1987an li gundê Bilêdera Êlihê hatîyê dinyayê, niha jî li Êlihê dijî. Di navbera salên 2010-2011an da li Navenda Çanda Cegerxwînê li ser muzîka kurdî perwerde bûye. Di navbera salên 2012-2016an da li Amedê li Zanîngeha Dîcleyê konservatiwar qedandîye. Di sala 2015an da li Kurdî-Dera Amedê perwerdeya kurdî xilas kirîye. Berhevkarîyên xwe di Kovara Folklora Kurdan û Kovara Folklora Meyê da dewşîne. Di sala 2016an da li Weqfa Mezopotamyayê li ser folklorê perwerde bûye.