Nivîskar | : Rênas Xendekî |
Weşanger | : Mezopotamya Vakfı |
Cure | : Folklor |
Sal | : 2022 |
Rûpel | : 94 |
Çap / Hejmar | : 1 |
ISBN | : 978-6-05-731180-1 |
Weqfa Mezopotamyayê, di sala 2017an da bi xebata perwerdeya folklorê, gelek berhevkar gihandin. Ev pirtûka li ser destê we, yek ji berhemên wê xebatê ye ku Rênas Xendekî tenê li ser çîrokên rovîyan sekinîye û ew berhev kirine. Di vê pirtûkê da 37 çîrokên li ser rovîyan hene. Ji bilî 8 çîrokan, tevahîya çîrokan li herêma Botanê, bêhtir jî li herêma Cizîra Botanê hatine berhevkirin.
Rênas Xendekî: Di kanûna paşîn a 1994an da li gundê Xendekê yê bi ser Hezexê ve ji dayik bû. Li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Hiqûqê xelas kir. Parêzer e, li Cizîrê dimîne û karê berhevkarîyê dike.
Pirtûkên wî:
- Mamikên Botanê, (Rênas Xendekî - Dildar Botî, Weşanên Wardozê, Mamik, 2017)
- Folklora Roja Nûyê, (Rênas Xendekî, Weşanên Wardozê, 2018)