Edîtor | : Eşref Keydanî |
Weşanger | : Mezopotamya Vakfı |
Cure | : kovar |
Sal - Hejmar | : 2024/14 |
Rûpel | : 93 |
ISSN | : 2667-6443 |
Hejmara mehên adar, nîsan û gulan ya kovara “Folklora Me”yê li ber destê we ye. Di rûpelên “Folklora Me”yê da xebat û lêkolînên li ser folklora kurdî cih digirin. Di vê hejmarê da jî gelek nivîsên derbarê folklora kurdan da hene.
Di vê hejmarê de bi giştî nozdeh nivîs hene. Du jê bi zarê kirmanckî ne, yên mayî bi kurmancî ne. Celîlê Celîl ji devê derwêşekî Mêrdînê berê xwe daye zargotin û dîroka devkî ya Bedlîsê; Cemîl Şêlazî jî pîrtûka Pepûkê ya M.E. Bozarslanî daye ber xwe û bi palpiştên kevnebawerîyên kurdî nimûneyên motîfa "xifis"ê tespît kirine.
Nivîskarên me yên nû; Hevrîn Hespistanê ji Wanê çîrokek, Akîf Kaplanî ji Herêma Botanê du stran, Melahat Uluç Akinciyê jî ji dengbêlê Amedê Îbrahîmê Pîrikî kilama Salo û kejê ligel çîroka wê berhev kirine.