Edîtor | : Mustafa Aslan, Mikail Bülbül |
Weşanger | : Mezopotamya Vakfı |
Cure | : kovar |
Sal - Hejmar | : 2022-6 |
Rûpel | : 144 |
ISSN | : 2667-6435 |
"Folklor û Ziman" ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da, salê du caran derdikeve û kovareka bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê da xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih digirin.
Di çarçoveya folkora kurdî da mijarên wekî teorîyên folklorê, edebîyata gelêrî, adet û tore, bîr û bawerîyên gelêrî, zanyarîyên gelêrî, ferhenga herêmî, têgehên folklora kurdî, xebatên meydanî û herweha lêkolîn û nivîsên derbarê etnografyaya kurdî da û hwd dihên weşandin. Di çarçoveya xebatên zimanî da jî her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks, morfosentaks, zimannasîya civakî (sosyo-lînguîstîk), zimanzanîya îranî hwd cih digirin.
Di vê hejmara nû da gotarên zanistî, analîza berheman û nirxandina pirtûkan hene. Di hejmarê da me cih daye du gotarên li ser zimanî ku ji îngîlîzîyê hatine wergêran ku her du jî pir giring in. Ya pêşî gotara Geoffrey Haigî ye ku ji bo rêzîmana kurmancî gelekî nirxdar eû ji alîyê akademîsyen Umran Altunkiliçî ve hatîye wergêran.