a) Ji bo ku alîkarî li gihandina ciwanên me yên xwezyar bike ku ew dixwazin di her warên perwerde, zanist, huner, tenduristî û çandê daxwe bi pêş bixin û behremendîya xwe derxin rastê da ku ew bibin xwedî feraseteka zanista nûger a azadîxwaz, hemdem û hunerê û bibin xwedî behremendîya lêkolîn û lêgerînê; herweha bikaribin bi awayekî gerdûnî bifikirin û digel azadîya raman û derbirinê binyata pirzimanî û pirçandî ya cografyaya me ji xwe ra wek hîm û bingeh bibînin û di serî da cudahîkerîya etnîk, ziman, ol, zayend û çandê her cure cudahîkerîyê red bikin û bikaribin xwe bispêrin zanyarîya zanistî û bibin takekesên rewşenbîr.
b) Ji bo kirina lêkolîn û xebatên li ser polîtîkayên aborî, yên civakî û pîvana tesîrên civakî yên hemû polîtîka û sepandinan, herweha hewl bide da ku behremendên dê bikaribin li dijî encamên neyînî yên ku tenduristîya civakê, huzûr û refawa wê ji xwe ra dikin armanc çareserîyan hilberîne û ji bo vê yekê jî mêjîyên nû beralî bike û han bide wan.
c) Ji bo ciwanên me bi perwerde û hîndekarîya ku wê bi saya navgînên perwerdehîyê yên sîstemên pêşketî û teknolojîyên zanyarîyê bikaribin bi awayekî rexneyî bifikirin û ramana azad ji xwe ra bikin bingeh da ku bişên zanyarî û çareserîyê hilberînin û ji bo ku ew wek takekesên xwedî taybetîyên teşebuskar û yên ku dilşadîya mirovan ji xwe ra dikin armanc bihên gihandin, derfet û zemînê amade dike ku, ev yek mebestên weqfê pêk diînin.