WEQFA PERWERDE, ZANIST, HUNER, TENDURISTÎ Û ÇANDÊ YA MEZOPOTAMYAYÊ (WEQFA MEZOPOTAMYAYÊ)
SENEDA WEQFÊ
(RÊZIKNAME)
XAL 1 - NAVÊ WEQFÊ:
Navê wê “Weqfa Perwerde, Zanist, Huner, Tenduristî û Çandê ya Mezopotamyayê” ye. Weqf dê bi navê xwe yê kurt wek “Weqfa Mezopotamyayê” jî bihê bikaranîn. Weqf, bi navê xwe yê kurt dê “Weqfa Mezopotamyayê”, xwedî maf û rayeya pêkanîna her cure kirarîyên huqûqî ye.
XAL 2 - NAVENDA WEQFÊ:
Navenda weqfê Amed (Dîyarbekir) e. Weqf dê li navnîşana Cadeya Rêya Rihayê Çeysa Serhat Plaza, Blok A, Qat: 11, No:29 Kayapinar/DÎYARBEKIR çalakîyên xwe bidomîne. Weqf, bi mercê bicihanîna pêdivîyên qanûnî, dikare navend û navnîşana xwe biguherîne û li nav welêt û li derveyî welêt jî dikare şax û niwînergehan veke.
XAL 3 - MEBESTA WEQFÊ:
a) Ji bo ku alîkarî li gihandina ciwanên me yên xwezyar bike ku ew dixwazin di her warên perwerde, zanist, huner, tenduristî û çandê da xwe bi pêş bixin û behremendîya xwe derxin rastê da ku ew bibin xwedî feraseteke zanista nûger ya azadîxwaz, hemdem û hunerê û bibin xwedî behremendîya lêkolîn û lêgerînê; her wiha bikaribin bi awayekî gerdûnî bifikirin û digel azadîya raman û derbirinê binyata pirzimanî û pirçandî ya cografyaya me ji xwe ra wek hîm û bingeh bibînin û di serî dacudahîkerîya etnîk, ziman, ol, zayend û çandê her cure cudahîkerîyê red bikin û bikaribin xwe bispêrin zanyarîya zanistî û bibin takekesên rewşenbîr.
b) Ji bo kirina lêkolîn û xebatên li ser polîtîkayên aborî, yên civakî û pîvana tesîrên civakî yên hemû polîtîka û sepandinan, her wiha hewl bide da ku behremendên dê bikaribin li dijî encamên neyînî yên ku tenduristîya civakê, huzûr û refawa wê ji xwe ra dikin armanc çareserîyan hilberîne û ji bo vê yekê jî mêjîyên nû beralî bike û han bide wan.
c) Ji bo ciwanên me bi perwerde û hîndekarîya ku wê bi saya navgînên perwerdehîyê yên sîstemên pêşketî û teknolojîyên zanyarîyê bikaribin bi awayekî rexneyî bifikirin û ramana azad ji xwe ra bikin bingeh da ku bişên zanyarî û çareserîyê hilberînin û ji bo ku ew wek takekesên xwedî taybetîyên teşebuskar û yên ku dilşadîya mirovan ji xwe ra dikin armanc bên gihandin, derfet û zemînê amade dike ku, ev yek mebestên weqfê pêk tînin.
XAL 4 - ÇALAKÎYÊN KU EW dê JI BO MEBESTÊN WEQFÊ BIKE:
Weqf, ji bo pêkanîna mebesta xwe ya di xala 3yan da;
a) Ew dê sazîyên ku xîtabî warên Perwerde, Zanist, Huner, Tenduristî, Werzîş û Çandê yan jî yên ku di wan waran da çalakîyan bike, damezirîne da ku di xizmetên perwerde û hîndekarîyê daalîkarî li kalîteya îdeal û berdarîyê bikin; her wiha ew dê lêkolîn, lêgerîn, proje û bernameyan çêke yan jî bi kesên pispor û sazîyan bide çêkirin. Dîsan ew dê der barê van mijaran da sempozyûm, semîner, panel û xebatên wiha yên neteweyî û navneteweyî bi rêxistin bike û ew dê beşdarî van cure çalakîyên ku pêk werin, bibe. Ew dê lêkolîn, lêgerîn û projeyên ku di qada neteweyî û navneteweyî da û hemû xebatên zanistî yên ku di sempozyûm û panelan da dihên pêşkêşkirin û dikevin nav warên mebestên weqfê, bikaribe wek pirtûk yan jî bi navgîna weşanên bivedor û bêvedor yên mîna kovar û bultenên ku dê derxe, biweşîne. Dê bikaribe xelatan bide xebatên ku biryara weşandina wan hatîye dayîn yan jî hêjayî weşanê hatine dîtin; kesên din jî teşwîqî van cure lêgerînên zanistî û xebatan dike.
b) Dibistanên ku di her pileyê da xizmeta perwerdehî û hîndekarîyê didin yên wekî pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navîn û dibistanên amadeyî yên ku perwerdehîya pîşeyî didin û dîsan sazîyên perwerde-hîndekarîyê dadimezirîne û dide xebitandin; bi mebesta ku şarezatîya pîşeyî bi ciwanan bide qazanckirin û bike ku ew bi awayekî elemanê navber dê arastî zûtir dest bi kar bikin, di hemû waran da sazîyên ziman û perwerdehîya pîşeyî û kursan vedike û dide xebitandin; ji bo ku di warên civakî, çandî û hunerî da gihandina xwendekaran pêk bîne navendên çandê dadimezirîne, dide xebitandin û dikare beşdarî li yên avakirî bike.
c) Weqf bi tena serê xwe yan jî bi pêkanîna hevkarî û şirîkatîya bi weqfên din ra, dikare zanîngeh û sazîyên hîndekarîya bilind ava bike ku ew di her ast û warî da xizmeta perwerde û hîndekarîyê didin.
d) Bêyî ku girêdayî zanîngehekê yan jî enstîtuya teknolojîya bilind be, bi mebesta gihandina hêza mirovê navber dê xwedî wesfekî bilind, dikare dibistanên bilind yên pîşeyî yên xwedî wesfên sazîyên hîndekarîya bilind damezirîne ku qazancê ji xwe ra esas nabînin û hewcetîya aborîyê bi wan heye.
e) Ji bo hewcetîyên xwendekaran yên hewînê pêk bîne sazî û dameziraweyên mîna wargeh, pansîyon û malên xwendekaran vedike, dikare bide xebitandin yan jî dikare alîkarîya diravî û destekê bide wan kesên ku ew li avahîyên wiha yên sazîyên din dimînin.
f) Dikare lêgerînên li ser aborî, sîyaset, huqûq û polîtîkayên civakî bike yan jî bide kirin.
g) Ji bo ku hîndekarîya xwe bidomînin dikare bi awayên cur bi cur destekê li xwendekarên biqabilîyet û hewcedarên alîkarîya madî bike. Dikare burs, xelat, teşwîq, destek û alîkarîya diravî û eynî bide kesên ku li nav welêt û derveyî welêt hîndekarîya xwe didomînin, lîsans, lîsansa bilind û doktorayê dikin û kesên ku di çapana navneteweyî û neteweyî da, di warên zanist, huner û her wekî wan da serkeftinê bi dest xistine.
h) Ji bo bilindkirina asta zanist, teknolojî, perwerde, çand, huqûq, aborî û tenduristîyê ya welêt, gava hewce pê bibîne dikare li nav welêt û derveyî welêt lêgerîn û xebatan bike û li ser van waran hevkarîyê pêk bîne, xebatên hevpar bike û sazîyan damezirîne.
I) Weqf di warên çand û hunerê da dikare enstîtu, konservatuar, dibistanên destek-hazirîyê yan jî yekîneyan û navendên lêgerîn û sepanê damezirîne, muze, pirtûkxane, arşîv, dokumantasyon, navendên bankayên zanyarîyê ava bike, bide xebitandin û dikare beşdarî li yên damezirandî bike; komîteyên lêgerîn û şêwirê û yekîneyên komîsyonan çêke; kovar, bulten, CD, DVD, fîlm, rojname, pirtûk û her cure weşanên nivîskî û dîtbarî bike û bide kirin. Desteya Rêveberîyê ya Weqfê, di çarçoveya van mebestan da ku li jorê ji wan hate behskirin, li gor mercên demê û derfetên darayî yên kesatîya hukmî ya weqfê dikare pêşikanîyê bide yekê yan jî çend hebên ji wan.
XAL 5 - KAR Û KIRARÎYÊN KU WEQF DIKARE JI BO PÊKANÎNA MEBESTÊN XWE BIKE:
Weqf li gor tiştên dîyarkirî yên xala 48’an ya Qanûna Medenî ya Tirk xwedî destûr e ku ji bo bigihîje mexseda xwe dikare bi rîya bexş, wesîyet, kirîn û kirêkirinê bibe xwedî malên guhêzbar û neguhêzbar û wan bi kar bîne, li gor hukmên qanûnî yên der barê weqfan da dikare tiştên ku xwedîyê wan e bifiroşe, dewir bike û di wan bibore (ferexet bike), dahata ji wan bistîne û xerc bike, mal yan jî malên guhêzbar û dahatên wan yên ku dikevin nav malhebûnîya weqfê dikare carekê yan jî gelek caran ji bo veberhênanê bi kar bîne, bi şertê ku ne li dijî mijarên mebest û xizmeta weqfê be, li ser bexşên ku bên kirin, wesîyet, kirîn û malên guhêzbar û neguhêzbar û pereyan ku bi rîyên din bi dest xistine xwedî teserûf û rayeya birêvebirinê ye, dikare nirxên guhêzbar bikire û ji bo armanca weqfê wan binirxîne û bifiroşe, dikare bi weqf û şexsên huqûqî û hukmî ra, çi ew li nav welêt çi jî li derveyî welêt bin, ku bi heman mebestê kar û xebatan dikin, hevkarîyê bi wan ra bike, ji bilî sazî û dezgehên gelemperî dikare alîkarîyê bistîne û ji bo stendina vê alîkarîyê dikare peymanan çêke, bilî milkîyetê dikare mafên eynî yên malên guhêzbar yên wekî îrtîfaq, întîfa, sukna, ser, rehîn û îpotekê qebûl bike, van mafan bi kar bîne, bi dahatên wan yên heyî yan jî bi yên ku dê çêbin, ji bo peymanên ku ew dê çêke rehîn û îpoteka malên guhêzbar û neguhêzbar jî dihê da dikare her cure temînatê wergire, dikare kefelatên bankayan yên derbasdar bipejirîne, ji bo ku pêkanîna mebest û xizmetên weqfê eger hewce bike dikare wan bi deyn bistîne, dikare kefalet, rehîn, îpotek û temînatên din bide, dikare ji her cure xebatan û ji projeyên ku li gor mijarên mebest û xizmetên weqfê dihên meşandin yan jî dê bên meşandin dahatê bi dest bixe û ji bo ku ji weqfê ra dahatê dabîn bike, dikare dezgeh û şirketên ku li gor prensîbên asayî yên kargêrîyê bixebitin damezirîne, beşdarî li yên damezirandî bike, wan rasterast bide xebitandin yan jî di bin kontrola xwe da bide kargêrekî da ku wan bide xebitandin, ji bo pêkanîna yek yan jî hemû mijarên mebest û xizmetê yên weqfê dikare peymanan der barê teşebûs, teserûf, bidestxistina mal, înşaat û yên wekî wan da bike ku ji wan feydeyê guman dike û pêwîst dibîne. Kesên ku tiştên xwe weqf kirine bi tu awayî ji dahatên weqfê nikarin sûd wergirin. Dahatên weqfê ji bo mebestên ku bi qanûna xwedî hejmara 4721’ê hatine qedexekirin, nayên bikaranîn. Weqf li sazîyên xwe yên perwerdehîyê yên ku wê bi xwe ew ava kirine û dide xebitandin, herî hindik %10 kapasîteya xwe ji bo xwendekarên behremend yên ji derfetên madî mehrûm in terxan dike, her wiha li sazîyên xwe yên tenduristîyê jî herî hindik %10 kapasîteya xwe ya nivînan û xizmetê ji bo nexweşên derfetên wan yên madî nîn in terxan dike. Bi mercê bicihanîna kirarîyên qanûnî yên pêwîst, weqf di warên li gor mebest û armancên xwe da bi sazîyên din yên xwecih û bîyanî ra dikare hevkarîyê bike, li ser warên alîkarîya diravî ya beranber, alav û amûret, eleman, destek û temîna zanyarîyê dikare her cure alîkarîyê bike.
XAL 6 - MALHEBÛNA WEQFÊ YA JI BO DAMEZIRANDINÊ:
Malhebûna weqfê ya ji bo damezirandinê 300.000.00 TL ye ku ji alîyê damezirîneran ve ji bo weqfê hatîye terxankirin.
XAL 7- ORGANÊN WEQFÊ:
Organên weqfê li jêrê hatine nîşandan.
a) Desteya Damezirîneran
b) Desteya Mutewelîyan
c) Desteya Rêveberîyê
d) Desteya Venêrînê
XAL 8 - DESTEYA DAMEZIRÎNERAN:
A - Pêkhatina Desteya Damezirîneran, Bidawîbûna Endamtîyê û Tijekirina Valabûyîna Endamtîyê:
a) Pêkhatina Desteya Damezirîneran; Desteya damezirîneran, ji damezirînerên weqfê, ji endamên desteya damezirîneran ku navên wan di xala 21’emîn ya seneda weqfê da cih girtîye û ji kesên ku piştî avakirina weqfê ji bo endamtîyê hatine hilbijartin û pejirandin, pêk dihê. Hejmara endamên desteya damezirîneran nabe ku ji 100 kesî kêm û ji 300 kesî jî zêdetir be.
b) Bidawîbûna Endamtîya Desteya Damezirînera û Tijekirina Valabûyîna Endamtîyê: Endamtîya desteya Damezirîneran ji ber mirinê, rewşa tenduristîyê yan jî ji ber windakirina şîyana temyîzê ya bi biryara darazîyê yan jî ji ber îstifakirinê bi dawî dibe. Desteya Damezirîneran ji ber sedemekê gava bikeve binê 100 kesî, hewce pê heye ku hejmara endaman bi 100 kesî bihê temamkirin. Lê gava Desteya Damezirîneran bixwaze, mafê wan heye ku hejmaran endaman derxe heta 300 kesî. Tijekirina Valabûyîna Endamtîyê; ew kesên ku bi dengê qebûlê yê ji 2/3’yê Heyeta Mutewelîyan hatine pêşnîyazkirin, bi stendina pesendê ya ji Desteya Damezirîneran endamtîyên valabûyî dihên tijekirin.
c) Guherandina Hejmara Endamên Desteya Damezirîneran: Desteya Damezirîneran hejmara endamên xwe dikare heta 300 kesî zêde bike yan jî kêm bike. Guherandina hejmara endaman bi pêşnîyaza ji 2/3’yê Heyeta Mutewelîyan û bi pesenda Desteya Damezirîneran pêkan e.
B- Usûla Civîna Desteya Damezirîneran û Rayeyên Wê:
a) Usûla Civîna Desteya Damezirîneran û Dema Wê;
Desteya Damezirîneran ji sê (3) salan carekê li ser biryara Heyeta Mutewelîyan û bi gazîkirina Serokê Desteya Mutewelîyan bi awayekî asayî dicive. Civînên asayî, li ser esasgirtina dema civîna pêşîn, dibe ku sê meh zû yan jî sê meh dereng bên kirin. Desteya Damezirîneran dikare bi awayekî derasayî jî li hev bicive. Civîna derasayî, bi stendina biryara gazîkirinê ya bi rêjeya ji 2/3’yê Heyeta Mutewelîyan, yan jî gava ji alîyê ji 2/3’yê endamên heyî yên Desteya Damezirîneran bi awayekî nivîskî ji Serokê Desteya Mutewelîyan civîna derasayî bihê xwestin, bi gazîkirina rasterast ya Serokê Desteya Mutewelîyan dihê kirin.
- Di civînên asayî û derasayî yên Desteya Damezirîneran de, ji bilî mijarên hilbijartina endamên Heyeta Mutewelîyan, guherandina hejmara endamên Desteya Damezirîneran û pejirandina endamtîya ji bo Desteya Damezirîneran ku ew di van waran da karbidest e, li ser tu mijarekê gotûbêj nayê kirin.
- Rojeva civînê, cih û saeta wê ya ku dê ji alîyê Serokê Desteya Mutewelîyan ve bihê amadekirin, eger di civîna pêşîn da hejmara hewce ya civînê pêk neyê, civîna duyem herî hindik heft roj piştre, nivîseke ku cihê civînê, dem û saeta wê li xwe digire bi destan bi berginda îmzeyê, bi postaya elektronîk, bi SMS’ê yan jî bi nameya teahut herî dereng heft roj berîya civînê li endaman dihê ragihandin. Danebihîza ku bi amûrên ragihandinê yên ku li jorê hatine dîyarkirin jî bihê kirin, xwedî hukmê teblîxatê ye.
- Hejmara hewce ya civîna pêşîn ya Desteya Damezirîneran hejmara bi awayekî heyî ya endaman e, hejmara hewce ya biryarê jî piranîya rehayî ya beşdaran e. Heke di civîna pêşîn da piranîya rehayî ya Desteya Damezirîneran amade nebe, civîna duyem bi rêjeya 1/3’ê hejmara endaman ya ku ew bi xwe yan jî bi awayekî niwînerî amade bin, dihê kirin û bi beşdarîya piranîya rehayî biryar dihên stendin. Di rewşa yeksanîya dengan da jî, biryara kesên ku Serokê Dîwanê alîgirê wan e derbasdar e. Şeklê dengdanê, heta ku li dij biryarek neyê wergirtin, awayê îşarkî ye, lê belê bi mercê ku biryar bihê stendin, azîna dengên veşarî/girtî dikare bêbikaranîn.
- Lîsteya amadebûyan, ku dihê da nav û paşnavên endamên beşdarî civînên Desteya Damezirîneran dibin hene, bi beşdaran dihê îmzekirin û di dosyayê da jî dihê hêvişandin.
- Di civînên Desteya Damezirîneran da endamek yan cax dikare li şûna endamekî bi wekalet ray bi kar bîne.
- Civînên Desteya Damezirîneran ji alîyê dîwanê ve dihê birêvebirin ku endaman ew ji nav xwe pêk yan îye û dîwan jî ji serokekî, ji wekîlê serokekî û ji du endaman pêk dihê;
- Gotûbêj û biryarên civînên Desteya Damezirîneran, bi girteyeke/zebteke ku Dîwana Serokatîyê îmze kirîye dihê bestandin. Biryarên ku di girtenameyê da cih girtine, piştî temambûna civînê li Deftera Biryarê ya Heyeta Mutewelîyan dihê nivîsandin û ji alîyê Dîwana Serokatîyê ve dihê îmzekirin. Girteyên civînê jî di dosyayekê da dihên parastin.
b) Rayeyên Desteya Damezirîneran:
- Hilbijartina endamên Heyeta Mutewelîyan,
- Guherandina hejmara endamên Desteya Damezirîneran, - Hilbijartina kesên ku ji bo endamtîya Desteya Damezirîneran hatine pêşnîyazkirin.
XAL 9 - DESTEYA MUTEWELÎYAN:
A- Pêkhatina Heyeta Mutewelîyan, Dîwana Serokatîyê û Bidawîbûna Endamtîyê:
a) Heyeta Mutewelîyan; ji 25 kesan pêk dihê ku Desteya Damezirîneran ew ji nav xwe hildibijêrin. Piştî pêkhatina Heyeta Mutewelîyan ya cara pêşîn, ji sê (3) salan carekê ji 1/5’ê endamên Heyeta Mutewelîyan bi tercîh û hilbijartina Desteya Damezirîneran dihên nûkirin. Ew kesên ku ji bo Endamtîya Heyeta Mutewelîyan hatine hilbijartin, eger Desteya Damezirîneran daxwaz bike, daxwaznameyeke ku ew dê ji endamtîyê veqetin, berîya ji bo endamtîyê bên pîşandin dê pêşkêşî Heyeta Mutewelîyan bikin. Der barê guherîna Heyeta Mutewelîyan da ya bi rêjeya 1/5, dîyarkirina endaman serê pêşîn li ser dilxwazîyê pêk dihê. Her wiha ji ber rewşa tenduristîyê yan jî ji ber rewşa windakirina şîyana temyîzê ya bi biryara darazîyê yan jî ji ber îstifakirinê endamtîya Heyeta Mutewelîyan, bi dawî dibe. Ji ber peydanekirina dilxwazan, sedemên tenduristîyê yan jî ji ber biryara darazîyê windakirina şîyana temyîzê û wekî sedemên îstîfakirinê, eger hejmara endamên ku ew dê ji Desteya Mutewelîyan bên derxistin negihîje 1/5’î, wê gavê endamên hewce bi rayên 2/3’yên (bi rayên 17 endaman) Heyeta Mutewelîyan dihê dîyarkirin. Eger bi vê rêbazê jî biryar neyê dayîn, îcar bi azîna dengdana veşarî, bi kesê ku herî zêde deng stendîyê dest pê dihê kirin û bi vî awayî dawî li endamtîya endamên hewce dihê.
b) Di civîna pêşîn ya Desteya Mutewelîyan da, ji nav endaman ji bo sê salan Serokê Desteya Mutewelîyan, Alîkarekî Serok û Sekreterek dihê hilbijartin û Dîwana Serokatîyê dihê çêkirin. Ji sê salan carek hilbijartina Dîwana Serokatîyê dihê nûkirin. Kesên ku qewlê wan qedîyaye dîsan dikarin bên hilbijartin.
c) Endamtîya Heyeta Mutewelîyan bi mirin, îstifa, ji ber sedema tenduristîyê yan jî ji ber biryara darazîyê windakirina şîyana temyîzê yan jî ji ber temambûna demê û ji ber nûkirina endaman ya ji 1/5 bi dawî dibe. Digel vê rewşê bêyî nîşandana mazeretê kesê ku li ser hev sê (3) caran tevî civîna Heyeta Mutewelîyan nebe, wekî ku îstifa kiribe dihê hesibandin û endamtîya wî jî bêyî pêwîstîya kirarî û hişyarîyekê, ji ber xwe ve bi dawî dibe. Ew kesên ku dawî li endamtîya wan hatîye, mimkun e ku careke din ew wek endam bên hilbijartin Heta hejmara endamên Desteya Mutewelîyan danekeve 15 kesan, hilbijartina endaman ne mecbûrî ye. Lê belê civînên Desteya Mutewelîyan bi beşdarîya ji 10 kesan kêmtir nayên kirin. Gava hejmara endaman dakeve 15 yan jî bin wê hejmarê, endamtîyên ku vala bûne, ji alîyê Desteya Damezirîneran ve dihên tijekirin.
B- Rêbaza Civîna Desteya Mutewelîyan:
a) Civînên asayî yên Desteya Mutewelîyan, bi dîyarkirina rojev û demê ya Desteya Rêveberîyê, li ser banga Serokê Desteya Mutewelîyan dihên kirin.
b) Civînên Desteya Mutewelîyan, di bin serokatîya Serokê Desteya Mutewelîyan de, ji alîyê Dîwana Serokatîyê ve dihên birêvebirin. Civîna ku serok beşdarî wê nebûye, Alîkarê Serok serokatî lê dike, di rewşeke wiha da ji nav endaman kesek ji bo nivîsyarîyê (katibîyê) dihê hilbijartin û Dîwana Serokatîyê wek sê kesan dihê temamkirin.
c) Eger Serokê Desteya Mutewelîyan û Alîkarê Serok bi hev ra tevî Civîna Desteya Mutewelîyan ya bangkirî nebûbin, wê gavê endamên Desteya Mutewelîyan ji nav xwe dîwaneke ji sê kesan pêkhatî hildibijêrin û civîn ji alîyê vê dîwanê ve dihê îdaerekirin. Lê belê, maweyê erka dîwanê ya ku di rewşeke wiha da hatîye hilbijartin, bi qedîna civînê ra bi dawî dibe.
XAL 10- DEMA CIVÎNÊ Û BIRYARA HEJMARA BESAHÎYÊ YA DESTEYA MUTEWELÎYAN:
Desteya Mutewelîyan, civînên asayî û neasayî yên ku ji hêla Dîwana Serokatîyê ve dihên birêvebirin, dike. Civînên asayî salê du (2) caran li ser gazîkirina Serokê Desteya Mutewelîyan dihên kirin; ya pêşîn di destpêka her dewra fealîyê da, yan go ji Kanûna Paşîn heta civîna asayî ya ku ew dê di dawîya meha Nîsanê da bihê kirin; ya diduyan jî ku wê ji Çirîya Pêşîn heta Kanûna Pêşîn bihê kirin ku dihê da jî dê Budçeya Weqfê ya dewra piştre bihê gotûbêjkirin, biryar li ser bihê girtin û li ser xalên rojevê yên din ku Desteya Rêveberîyê ew dîyar kirine gotûbêj bên kirin û biryar bên wergirtin. Desteya Mutewelîyan, Dîwana Serokatîyê û Desteya Rêveberîyê rasterast yan jî bi girteya(zebta) gazîkirinê ya ji bo civînê ya Desteya Mutewelîyan ya sedemî ya Desteya Venêrînê yan jî bi awayê nivîskî ya herî hindik ji 1/3’yê endamên Desteya Mutewelîyan bi serlêdana li Serokatîya Desteya Mutewelîyan, bi awayekî derasayî jî dikare bicive. Rojeva civînê, cih û saeta wê û eger di civîna pêşîn da hejmara hewce peyde nebe, divê nivîsa ku cih, dem û saeta civîna duyemîn ya herî kêm piştî 7 rojan dihê da dîyarkirî ne, bi destan digel berginda îmzeyê, bi postaya elektronîk û postayê jî, berîya roja civînê herî kêm bi heft rojan li endaman bihê ragihandin. Hejmara besahîyê ya civîna pêşîn ya Desteya Mutewelîyan hejmara endamên ku bi fiîlî mewcûd in û hejmara biryarê ya hewce jî piranîya rehayî ya beşdaran e. Eger di civîna pêşîn da piranîya rehayî ya Desteya Mutewelîyan amade nebe, civîna duyem herî hindik bi beşdarîya deh (10) endaman dihê kirin ku bi piranîya rehayî ya beşdaran biryar dihên stendin. Ji bo civîna duyem eger di mercan da guherîneke girîng ya ku civînê asteng bike tune be, hewce nake ku careke din bangewazî bihê kirin. Hejmara besahîyê ya civîn û biryarê ya ji bo guherîn, sererastkirin yan jî veserên ku li Seneda Weqfê bên kirin û pêşnîyaza endaman ya ji bo desteya damezirîneran, ji sisîyan diduyê hejmara temam ya endaman e. Lîsteya amadebûyan, ya ku nav û paşnavên kesên beşdarî civînên Desteya Mutewelîyan bûne dihê da nivîsandî ne, divê ji alîyê beşdaran ve bihê îmzekirin û di nav dosyayê da jî bihê hêvişandin. Di civînên ku bi awayekî neasayî dihên kirin de, bi tenê gotûbêj li ser rojeva aîdê sedema civînê dihên kirin, li derî rojevê, ji bo mijarên din teklîf û pêşnîyaz nayên kirin. Di civînên Heyeta Mutewelîyan da endamek bi tenê dikare li şûna endamekî bi bervedêrî (wekaletî) deng bi kar bîne. Gotûbêj û biryarên civînên Desteya Mutewelîyan, bi girteya ku Dîwana Serokatîyê ew îmze kirîye dihên bestandin. Biryarên ku di girteyê da cih girtine, piştî xelasbûna civînê li Deftera Biryarê ya Desteya Mutewelîyan dihên nivîsandin û ji alîyê Dîwana Serokatîyê ve dihên îmzekirin. Girteyên cîvînan jî di dosyayekê da dihên hêvişandin.
XAL 11- ERK Û RAYEYÊN DESTEYA MUTEWELÎYAN:
Desteya Mutewelîyan, organa biryarê ya herî bilind ya weqfê ye. Rayeyên Desteya Mutewelîyan li jêrê hatine dîyarkirin: a) Hilbijartina Desteya Rêveberîyê, b) Hilbijartina Desteya Venêrînê,
c) Gotûbêjkirin û vekolîna li ser rapora fealîyetê ya ku ji alîyê Desteya Rêveberîyê ya Weqfê ve hatîye amadekirin û raporên Desteya Venêrînê û biryardana der barê îbraya Desteya Rêveberîyê da,
d) Guhartin yan jî bi heman awayî pejirandina pêşnimayên mewzûatên navxweyî yên weqfê ku ew dê ji alîyê Desteya Rêveberîyê ve bên amadekirin,
e) Guhartin yan jî bi heman awayî pejirandina pêşnimayên budçeyê yên salane yên weqfê ku ew dê ji alîyê Desteya Rêveberîyê ve werin amadekirin,
f) Ji bilî erkedarên gelemperî, biryardana dayîn yan jî nedayîna mafê huzûrê ya ji bo endamên rêveberî û venêrînê, eger bihê dayîn dîyarkirina mîqdarê wê,
g) Eger hewce bike, li seneda weqfê pêkanîna veser û guhertinan,
h) Der barê mijarên fealîyetên weqfê da dîyarkirina polîtîkayên giştî,
i) Hilbijartina kesên ku ji bo Endamtîya Desteya Damezirîneran hatine pêşnîyazkirin.
XAL 12- DESTEYA RÊVEBERÎYÊ:
A-Pêkhatina Desteya Rêveberîyê:
Desteya Rêveberîyê ya Weqfê, ji bo peywira sê salan ji alîyê Desteya Mutewelîyan ve dihê hilbijartin ku ew ji heft (7) kesên esil û ji heft (7) kesên berbedêl (yêdek) pêk dihên. Divê ku piranîya endamên Desteya Rêveberîyê ji Desteya Mutewelîyan yan jî ji Desteya Damezirîneran bin. Bi mercê ku piranîyê pêk neynin, hilbijartina kesên ji derî weqfê gengaz û pêkan e. Desteya Rêveberîyê, piştî hilbijartinê, di civîna xwe ya pêşîn da bi hilbijêrîna serok, alîkarê serok, sekreterê giştî û endamê jimêryar (hesabgir), dabeşîna erk û peywiran pêk diîne.
B- Dema civînê û biryara hejmara besahîyê ya Desteya Rêveberîyê:
Desteya Rêveberîyê herî hindik mehê carek, eger hewce bike hîn zêdetir di bin serokatîya Serokê Desteya Rêveberîyê da li hev dicive. Demên ku Serokê Desteya Rêveberîyê nebe, erka serokatîyê Alîkarê Serok pêk diîne. Desteya Rêveberîyê bi piranîya rehayî ya hejmara tam ya endaman li hev dicive, bi piranîya rehayî ya beşdaran biryaran distîne. Lê bêyî hebûna serok û alîkarê serok civîna Desteya Rêveberîyê nayê kirin, civîna ku bihê kirin hukmê wê tune ye. Endamê ku li dijî biryaran derkeve dikare sedema dijatîyê (şerha muxalefetê) li deftera biryaran bide nivîsandin. Biryarên Desteya Rêveberîyê, li deftera biryaran ya ku ji alîyê noterê ve hatîye îmzekirin dihên nivîsandin û bi kesên ku di civîne da amade ne jî dihên îmzekirin.
Ji bilî rewşên îstifa û mirinê, bêyî mezereta maqûl kesên ku sê caran li ser hev beşdarî civînan nebe yan jî kesên ku ji ber sedemên qanûnî mafê wan dê endamtîyê ji dest wan çûye, endamtîya wan ya Desteya Rêveberîyê ji xwe ber dikeve. Hejmara endamên Desteya Rêveberîyê heta dakeve çar (4) kesan, dikare maweya xwe ya asayî bêyî kirina hilbijartinê bibe serî. Lê belê heke di nav çar kesên mayî da endamê ku xwedî nasnavê serok û alîkarê serok e tune bin, Desteya Rêveberîyê ya heyî bi lezgînî, ji bo hilbijartina derasayî ya ku dê Desteya Rêveberîyê hemû ji nû ve tê da werin hilbijartin, bang li Desteya Mutewelîyan dike. Li ser bangewazîya Desteya Rêveberîyê ya heyî û bi rojeva xwedî xala tek ya ku hilbijartina endamên Desteya Rêveberîyê vedihewîne, Desteya Mutewelîyan herî dereng di nav 30 rojan da divê civîna derasayî li dar dixe û ji bo ku sê (3) salan wezîfe bike endamên Desteya Rêveberîyê ya ku ji 7 kesan pê dihê, hildibijêre. Ji hilbijartina endamtîya Desteya Rêveberîyê ra, ya ji nû ve, tu sînor nîn e.
XAL 13- ERK, RAYE Û BERPIRSÎYÊN DESTEYA RÊVEBERİYÊ:
Wek organê îcrayê Desteya Rêveberîyê;
a- Weqfê temsîl û îlzam dike.
b- Ji bo pêkhatina mebestên Weqfê di çarçoveya erkên ku çi bi qanûnan çi jî bi seneda Weqfê lê hatine spartin, teşebûsan dike, li ser hevkarîya bi weqf û sazîyên wekî wê ra, der barê endambûna wan da, ji bo vekirina şax û niwînergehan, girtina wan, der barê avakirina kargeh û şirîkatîyan da, beşdarîkirina li yên avakirî û veqetîna ji wan biryaran dide, yan jî yên ku hewce dibîne piştî pesendkirina Desteya Mutewelîyan bi cih diîne.
c- Dikare her cure sazî, şirket û şirîkatîyên ku dê ji bo pêkanîna mebestên Weqfê bibine alîkar damezirîne, bixebitîne, bide xebitandin, yan jî dikare beşdarî şirîkatîyên pêkhatî bibe û niwînerên weqfê yên li nik wan hilbijêre. Der barê her cure mijarên fealîyetê da yên wekî mebestên Weqfê, kargêrîya wê, malhebûnîya wê, dam û dezgehên wê, sazîyên wê yên perwerdehîyê û şaxên wê, biryaran werdigire û disepîne.
d- Ji bo civîna asayî û derasayî ya Desteya Mutewelîyan, hemû amadehî û organîzasyonên pêwîst dike û lê dixebite ku bêyî gelş û kêmasî civîn di dema xwe da pêk were.
e- Di seneda Weqfê da eger hewcetî pê hebe pêşnimayên guhartinê amade dike û pesenda Desteya Mutewelîyan werdigire û kir û kirarîyên pêwîst yên din dike.
f- Li ser bikaranîna hemû malhebûnîya Weqfê ya bi awayê herî berdar û dabînkirina dahata ji bo Weqfê, her cure xebatan dike û dide kirin.
g- Raporên çalakîyan, bîlançoyan, tabloyên dahat û lêçûnan, cedwelên kar û zerarê û budçeya texmînî ya Weqfê û yên kargêrîyên aborî û sazîyên perwerdehîyên yên li ser Weqfê, amade dike û pêşkêşî pesendkirina Desteya Mutewelîyan dike.
h- Ji bo her cure alîkarîya civakî, burs, terxankirina kontejanên bêmize, xelat û çalakîyên wekî wan ku di nav mebestên Weqfê da cih digirin, ji bo dîyarkirin merc û wesfên wan rêveberînameyan derdixe û disepîne, yên hewcekirî piştî pêşkêşkirina pesenda desteya Mutewelîyan, disepîne.
ı- Rêveberînameyên ku ew dê awa û esasên sazîyên perwerde û hîndekarîyê, dezgehên aborîyî, şax û yên wekî wan ku wefqê ew ava kirine yan jî dê ava bike amade dike, heke hebe û hewce bike pêşkêşî pesenda mercîyên eleqedar dike û wan disepîne.
i- Der barê weqfê û sazîyên pê ve girêdayî da rêveberînameyên ku prensîb û esasên xwebirêxistinkirina îdarî û li gor pêdivîyan hildana kar ya kesên ku dê bên îstihdamkirin, mizeyên wan, pergala kar û bidawîbûna dihêkilîya wan ya kar dîyar dikin, amade dike û disepîne, yên ku pêwîst dibîne jî pêşkêşî pesenda Desteya Mutewelîyan dike.
j- Ji bo mebest û çalakîyên weqfê, kirîna neguhêzbaran, firotina wan, rehîn yan jî îpoteka wan û pejirandina terxankirin û avakirina arazî, erse yan jî bînayên aîdî xezîne, şaredarî, weqf û hemû sazî û dezgehên gelemperî û miameleyên çêkirina mafên eynî yên din yên li ser hemû neguhêzbaran pêk diîne û bi encam dike.
k- Şopandina dozên li dij û li lehê Weqfê, rayedarkirina hemû kesên ku ew dê li ser navê Desteya Rêveberîyê li damezirewayên gelemperî û sazîyên taybet û li cem mercîyên eleqedar, der barê hemû karên dezgehên aborîyî, sazîyên perwerdehîyê, kurs û yên wekî wan da, ew yên ku dê Weqf wan damezirîne, hereket dikin û miameleyan pêk tînin, yan jî di nav sînorên dîyarkirî da dayîna wekaletê ya ji bo wan.
l- Desteya Rêveberîyê dike ku hemû belgeyên der barê kar û kirarîyên weqfê da, di nav pergaleke biserûber da bên hêvişandin û ji bo vê yekê tedbîran distîne û dide stendin.
m- Her cure tedbîran distîne û dide stendin da ku venêr (pişkiner) bi awayekî hêsan xebatên xwe bikin û bi sanahî xwe bigihînin belgeyên dihêkilî pişkinan û venêrînê. Bi awayekî puxteyî, Desteya Rêveberîyê digel erkên ku li jorê hatin hejmartin, xwedî bikaranîna wê rayeyê ne ku hemû erk û karbidestîyên xwe yên ku di Seneda Weqfê û mewzuata eleqedar da hatine destnîşankirin, çalakî û teserûfa xwe ya li ser dahat û malen Weqfê û kirarîyên xwe yên huqûqî di nav sînorê raye û berpirsîyê da bikin û tev bigerin ku ew di xalên 48 û 49’an yên Qanûna Medenî ya Tirk û xala 50’yî da hatine terîfkirin.
XAL 14- NIMANDINA WEQFÊ:
Desteya Rêveberîyê, Weqfê dinimîne (temsîl dike). Desteya Rêveberîyê vê rayeya xwe ya nimandinê ji bo rewşên hewce, dikare bi destê Serokê Desteya Rêveberîyê yan jî bi navgîna Alîkarê Serok jî bi kar bîne. Desteya Rêveberîyê ji ber pêwîstîya kar yan jî ji ber rewşên dîyar û mijaran, di nav çarçoveya wan awa û esasan da ku wê dîyar kirine, der barê çalakîyên weqfê da dikare endamên xwe yan jî xebatkarên xwe di her warî da rayedar bike yan jî rayeya ku daye ji wan bistîne. Ji bo mijaran ku dê Weqf bikeve binê deyn û teahudê, Lijneya Rêveberîyê bi şertê ku herî kêm yek jê Serokê Desteya Rêveberîyê yan jî Serokê Alîkar be, dikare rayeya îmzeya muşterek bide du kesan.
XAL 15- DESTEYA VENÊRÎNÊ:
Desteya Venêrînê, organeke wisa ye ku ji bo biryarên Desteya Rêveberîyê, kar û kirarîyên desteyê bipişkinîne bê ka li gor mewzuat û mebestên Weqfê hatîye tevgerandin yan nehatîye tevgerandin rapor bide Desteya Mutewelîyan û wan agahdar bike, hatîya avakirin. Desteya pişkinînê (venêrînê), ji sê (3) kesan pêk dihê ku Desteya Mutewelîyan wan ji nav xwe yan jî ji derve hildibijêre. Maweya desteyê sê (3) sal e.
Desteya Mutewelîyan dîyar dike ku ew dê mize bidin Endamên Desteya Venêrînê yan na, eger bidine wan dê miqdarê mizeyê çi qas be, ev yek ji alîyê Desteya Mutewelîyan ve dihê pêyîtandin. Desteya Mutewelîyan vê erka xwe dikare dewrî Desteya Rêveberîyê bike.
Desteya Venêrînê li gor mewzûata li merîyetê, hemû çalakîyan, dahat û lêçûnan ji alîyê guncanbûna li usûl û biryaran dipişkinîne û raporê pêşkêşî Desteya Mutewelîyan dike. Bi awayekî vedorî (perîyodîk) dikare hesabên Weqfê bitiwêjîne (tetkîk bike). Hişyarîyên ku hewce dibîne radigihîne Desteya Rêveberîyê. Desteya Venêrînê rapora xwe ya salane herî kêm 15 roj berîya civîna asayî ya Desteya Mutewelîyan, ji bo ku pêşkêşî pesenda Desteya Mutewelîyan bike, digihîne Desteya Rêveberîyê. Desteya Pişkinînê, di encama pişkinandina xwe da, eger bi belgeyên pê selmîn bipeyîtîne ku xusûsên girîng hene ku ji alîyê madî ve tesîr li Weqfê dikin, vê rewşê digel teklîfê bi rapor yan jî girteyê, li gor wesfê bûyerê bi berginda îmzeyê yan digihîne Desteya Rêveberîyê yan jî bi awayê rasterast di dema civîna Desteya Mutewelîyan da digihîne Dîwana Serokatîyê yan jî heke hewce bike digihîne Gerînendetîya Giştî ya Weqfan ku ew meqamê venêrînê ye.
Desteya Venêrînê, li gor dema 1 Kanûna Paşîn- 31 Kanûna Pêşîn ku dewra xebatê ya darayî ya Weqfê ye, venêrîn û pişkinînê dike û rapor amade dike. Lê belê, eger pêwîst bibîne her dem dikare pişkinînê bike û rapora xwe ragihîne desteya dihêkildar.
XAL 16- MAFÊ HUZÛRÊ:
Ji bilî erkedarên gelemperî, Desteya Mutewelîyan dîyar dike bê ew dê mafê huzûrê yan jî mizeyê bidin yan jî nedin endamên desteyên rêveberî û vênêrînê, eger bidine wan, miqdarê vê jî ew dipeyîtîne.
XAL 17–DAHATÊN WEQFÊ Û TERXANKIRINA AWAYÊ DAHATÊN WÊ:
a- Kanên Dahatê yên Weqfê;
- Malên guhêzbar û neguhêzbar yên Weqfê û kirêya ku ew dê ji nirxên guhêzbaran bihê bidestxistin, kar/qazanc, para dahatê û dahatên wekî wan,
- Her cure bexş û mafên ku girêdahî mirinê yan jî bêyî wê, çi bişert çi jî bêşert, ku ew dê li gor mebest û xizmetên Weqfê bên kirin (Desteya Rêveberîyê xwedî rayeyê ye ku bexş û mafên ku guncan nebîne nepejirîne û bexş û mafên ku guncan dibîne jî bi awayekî herî guncan li gor sûda Weqfê dikare qebûl bike),
- Dahatên bidestketî yên ji çalakîyên mîna geşt, pêşande, kermes, heng/ şayîne, sempozyûm û panelan ku ew dê Weqf wan li dar bixe û ji hemû weşanên wekî pirtûk, kovar, rojname û yên din ku dê Weq wan biweşîne,
- Ji dahatên bidestketî yên dezgehên aborîyî, şirket, şirîkatî û fealîyên îştiraqan pêk dihê, ku ew ji bo pêkanîna mebestên Weqfê û mijarên xizmetên wê yan jî ji bo ku bi tenê dahatê bi dest bixe hatine avakirin û çêkirin.
b- Terxankirina Awayên Dahatên Wê;
- Ji sê payan du payên (2/3) dahata brût ku Weqf di dewra fealîyetekê da bi dest xistîye ji bo mebestên wê û ya mayî jî ji bo îdame û lêçûnên rêveberîya Weqfê dihên mezaxtin. Lê belê bi kana ji dahata çend dewrên fealîyetê yên ji bo pêkanîna armancên Weqfê, eger poroje yan jî projeyên ku bên pêkanîn hebin, mecbûrîyeta mezaxtina ji 2/3’yê dahatan tune ye. Di rewşeke wiha da, ji dahata ku di nav dewra fealîyetê da hatîye bidestxistin (ji bilî bexşên mercdar), miqdara ku hewcedarî pê hatîye dîtin ji bo pêkanîna projeya/projeyên ku hatine sêwirandin, di hesabê fonekê da dihê hiştin û ji bo fînansmana projeya armanckirî dikare were nirxandin.
- Eger ji ber sedemên bêgavî ji sisîyan diduyê dahata ku di encama serdemeke fealîyetê da hatîye bidestxistin ji bo pêkanîna mebestan nehatibe mezaxtin, beşa nemezaxtî li dewra fealîyetê ya piştre dihê veguhastin û di nav wê dewrê da ji bo pêkanîna mebestan dihê mezaxtin.
c- Der Barê Teserûfa Dahat û Malan da Regeza Sereke; Malhebûna Weqfê û dahatên wê ji bilî çalakîyên pêkanîna mebestên Weqfê û armancên wê nayên mezaxtin, ji bo feydeya bexşendeyên wê û kesên ku di nav organên wê yên îdareyê da cih digirin nayên bikaranîn.
XAL 18- GUHERÎNA SENEDA FERMÎ:
Pêkanîna guherîna di seneda fermî ya Weqfê da û sererastkirinên der barê guhartina senedê da, bi şertê ku li gor hukmên din yên Seneda Weqfê bin, li ser pêşnîyaza Desteya Rêveberîyê, piştî pesenda ji sisîyan diduyê (2/3) hejmara tam ya endamên Desteya Mutewelîyan û bi bicihanîna prosedura pêwîst mimkun e.
XAL 19 - BIDAWÎBÛNA WEQFÊ:
Eger pêkanîna mebest û mijarên xizmetê yên Weqê bikeve rewşeke negengaz yan jî ji ber qewimîna sedemên din, li ser pêşnîyaza Desteya Rêveberîyê, bi biryara ji sisîyan diduyê (2/3) hejmara tam ya endamên Desteya Mutewelîyan, ji bo bidawîanîna kesatîya hukmî ya weqfê, dikare li Dadgeha Huqûqî ya Eslîyeyê ya eleqedar biryara vekirina dozê bide.
Eger der barê belavkirina Weqfê da biryar bihê dayîn, hemû mafên ku weqf xwedîyê wan e û malhebûna wê bi pesendkirina Desteya Mutewelîyan dewrî weqfeke ji weqfên li gor mebesta wê, dihê kirin.
XAL 20- DAMEZIRÎNERÊN WEQFÊ:
Nav û paşnavên damezirînerên Weqfê li jêrê hatine nîşandan.
1)Mehmet Selim ÖLÇER
2)Mehmet Beşir YILMAZ
3)Emine Filiz BEDİRHANOĞLU
4)Mahmut TOĞRUL
5)Mehmet DURSUN
6)Mehmet Erkan AZİZOĞLU
7)Mehmet KAYA
8)Mehmet VURAL
9)Mehmet Mesut ÖZTÜRK
10)Özlem yan LI
11)Ramazan TUNÇ
12)Sedat YURTDAŞ
13)Adnan Selçuk MIZRAKLI
14)Semra AZİZOĞLU
15)Yiğit Ali EKMEKÇİ
16)Osman BAYDEMİR
XAL 21- DESTEYA DAMEZIRÎNERAN ya WEQFÊ:
Desteya Damezirîneran ya Weqfê ji kesên ku navên wan li jêrê hatine nivîsandin, pê dihê.
A. Kadir MASKAN
Ali KARAKAŞ
Abdullah AKENGİN
Alpaslan TUZCU
Abdullah ALTINTAŞ
Altan TAN
Abdullah DEMİRBAŞ
Amed Alan MARDİN
Abdullah KARATAY
Aslı ODMAN
Abdullah SESSİZ
Ayhan S. IŞIK
Abdurrahim AY
Ayşe AKBAŞ
Abdurrahman ÖNEN
Ayşe BABAN
Adem AVCIKIRAN
Ayşe CENGİZ
Ahmet CENGİZ
Ayşe MEŞE TANRIKULU
Ahmet GÖKSOY
Ayşegül DOĞAN
Ahmet GÜNEŞTEKİN
Azime KUTLAY
Ahmet KESKİN
Aziz KARAKAŞ
Ahmet KOÇ
Aziz YAŞAN
Ahmet ÖNAL
Bahar Şahin FIRAT
Ahmet TÜRK
Bahattin TAMAN
Ahmet YALINKAYA
Bahri ÇAKABEY
Ahmet YEMAN
Bakır İNANÇ
Ahmet YILDIRIM
Bekir AĞIRDIR
Akın BİRDAL
Beşir SANSÜR
Alev ER
Bircan TURAN
Ali Cenap AKTURAN
Burç BAYSAL
Ali Ferruh AKAY
Buşra ERSANLI
Ali İhsan PARLAK
Canip YILDIRIM
Cebrail Kısa
Gençay GÜRSOY
Celal AKTAŞ
Gülistan SARIBAŞ
Cemal MERCAN
Gülten KAYA
Cengiz ÇANDAR
Günay GÖKSU ÖZDOĞAN
CEVDET ŞANİOĞLU
Hacı ÇİFTÇİ
Cihan AKGÜL ÖZMEN
Hadi NEZİR
Çetin KOTAN
Hafit BALYEN
Çeto ÖZEL
Haluk EKİNCİ
Davut ÖKÜTÇÜ
Hamit SÜMER
Defne ASAL
Harun ERCAN
Deniz GÖKALP
Hasan GÜNEŞ
Doğan YILDIRIM
Hasan ŞEKER
Ecehan BALTA
Haşim HAŞİMİ
Ekrem BİLEK
Hikmet BOZÇALI
Emel KURMA
Hikmet BOZYEL
Emin BALTAŞ
Hikmet CAN
Emine Filiz BEDİRHANOĞLU
Hikmet TUNÇ
Emine MEŞE
Hüseyin BEKTAŞ
Emrullah CİN
Hüsnü ALTUN
Engin YEŞİL
Hüsnü ÖNDÜL
Ercan TAYINLAMAK
İbrahim ÇERİMLİ
Erdal BULĞAN
İbrahim GÜRBÜZ
Erol HANÇER
İhsan AY
Evin Eren
İlhan DİKEN
Eyüp BURÇ
İmam TAŞÇIER
Fahrettin ÇAĞDAŞ
İrfan AÇIKGÖZ
Fahri KARAKOYUNLU
İsa TEKİN
Fahri ÖLÇER
İsmail AYDIN
Faik BULUT
İsmail BEŞİKÇİ
Faruk BALIKÇI
İsmail ÇELİK
Faruk TÜRK
Jini GÜNEŞ
Fatma GÖK
Faysal BALABAN
Kasım ERGÜN
Fehim IŞIK
Kemal BÜLBÜL
Ferda CEMİLOĞLU
Kemal GÜVEN
Ferda ÖNEN
Kemal PARLAK
Ferhat KARATAŞ
Kemal YÜKSEL
Ferhat KENTEL
Kenan ÇELİK
Feride AKSU
Kutbettin ALTUN
Feridun ÇELİK
M. Hasan EKEN
Feridun YAZAR
M. Kasım FIRAT
Fikri KUTLAY
M.Emin AKTAR
Filiz İPEKYÜZ
M.Salih ÖZGÖKÇE
Füsun ÜSTEL
Mahmut ABDÜLSEMETOĞLU
Gafur TÜRKAY
Mahmut EKİNCİ
Gamze CİZRELİ
Mahmut İLHAN
Mahmut METİN
Murat YALÇIN
Mahmut ODABAŞI
Mustafa ASLAN
Mahmut ORTAKAYA
Mustafa ÇELİK
Mahmut TOĞRUL
Mustafa OKAY
Mashar ZÜMRÜT
Mustafa ÖZÇELİK
Maya ARAKON
Mustafa ÖZER
Mehmet Ali ADIGÜZEL
Mustafa YURTDAŞ
Mehmet Ali DENİZ
Müslüm COŞKUN
Mehmet AYDIN
Naci KUTLAY
Mehmet AYHAN
Naci SAPAN
Mehmet Beşir YILMAZ
Nadire MATER
Mehmet BOZYEL
Naif BEZWAN
Mehmet DEMİR
Nazan ÜSTÜNDAĞ
Mehmet DURSUN
Nazım EKİNCİ
Mehmet EKİNCİ
Nebahat AKKOÇ
Mehmet Emin EKMEN
Necdet ATALAY
Mehmet Erkan AZİZOĞLU
Necdet İPEKYÜZ
Mehmet GEMSİZ
Necmettin PİRİNÇÇİOĞLU
Mehmet KAYA
Nesrin UÇARLAR
Mehmet Nuri ÖZBEK
Nevin SOYUKAYA
Mehmet ÖZKAN
Nuran YILMAZ
Mehmet Selim ÖLÇER
Nurcan Baysal
Mehmet Sıddık KURUL
Nurcan KAYA
Mehmet Şerif CAMCI
Nurşen GÜRBOĞA
Mehmet Tahir GÖKDEMİR
Nükhet SİRMAN
Mehmet TAŞ
Oktay AY(Welat AY)
Mehmet TAYFUN
Onur HAMZAOĞLU
Mehmet VURAL
Osman BAYDEMİR
Mesut AZİZOĞLU
Osman KAVALA
Mesut BEŞTAŞ
Ömer LAÇİNER
Mesut ÖZTÜRK
Önder ATLI
Mesut YEĞEN
Özcan OĞURLU
Metin BAKKALCI
Özen TEKİN
Metin KILAVUZ
Özlem SEZGİN yan LI
Mıgırdıç MARGOSYAN
Raci BİLİCİ
Mihdi PERİNÇEK
Raif TÜRK
Mine DERİNCE
Ramazan DANIŞ
Mithat SANCAR
Ramazan TUNÇ
Muhammet GÖZÜTOK
Remzi ÖCAL
Muharrem ERBEY
Reşit CANTÜRK
Muhittin KARAÇAVUŞOĞLU
Rıdvan ŞEŞEN
Muhsin BİLAL
Ronayi ÖNEN
Murat BELGE
Ruşen ARSLAN
Murat KIZIL
S. Süreyya ÖNDER
Murat ORAK
Sabri Sami YILMAZ
Murat VAN ARDELAN
Sabri TEKİN
Salih KARADAĞ
Şerif DERİNCE
Sedat KAYA
Şeyhmus DİKEN
Sedat YURTDAŞ
Şis Yusuf BEREKATOĞLU
Selahattin CENGİZ
Şivan PERWER
Selahattin ÇOBAN
Şükrü GÜLER
Selahattin ESMER
Tahir ELÇİ
Selahattin KATAR
Talat İNANÇ
Selçuk MIZRAKLI
Tarık Zîya EKİNCİ
Sema KILIÇER
Turgut TARHANLI
Semra AZİZOĞLU
Uğur IŞIK
Serdar ONAT
Vahap COŞKUN
Sertaç BUCAK
Vedat ÖZÇELİK
Sevgi KAVAK
Veysi HİZAL
Sevtap YOKUŞ
Yakup GABRİEL
Seyfullah TEKİN
Yasin CEYLAN
Sharro İbrahim GARİP
Yaşar SARI
Sırrı SAKIK
Yavuz ÖNEN
Sidar GÜLEN
Yıldız CEMİLOĞLU
Songül CAN
Yıldız UÇAR
Suat BÜKÜN
Yılmaz ENSAROĞLU
Suat ÖNEN
Yiğit Ali EKMEKÇİ
Suzan SAMANCI
Yurdusev ÖZSÖKMENLER
Süleyman Kızıl
Yusuf KORKMAZ
Şebnem KORUR FİNCANCI
Yüksel AVŞAR
Şehmus ÖZMEN
Zeki EVLİYAOĞLU
Şemsa ÖZAR
Zeynep GAMBETTİ
Şemsettin KOÇ
Zozan UZUN
Şeref AKGÜN
HUKMÊN DEMKÎ:
Xala Demkî 1- Desteya Rêveber ya demkî ya heta civîna pêşîn ya Desteya Mutewelîyan, ji van endamên esil û berbedêl pêk dihê ku li jêrê navên wan nivîsandî ne.
Endamên Esil:
1) Mehmet Selim ÖLÇER
2) Semra AZİZOĞLU
3) Emine Filiz BEDİRHANOĞLU
4) Mehmet KAYA
5) Sedat YURTDAŞ
6) Mehmet VURAL
7) Mahmut TOĞRUL
Endamên Berbedêl:
1) Adnan Selçuk MIZRAKLI
2) Mehmet Erkan AZİZOĞLU
3) Mehmet DURSUN
4) Mehmet Mesut ÖZTÜRK
5) Mehmet Beşir YILMAZ
6) Özlem yan LI
7) Ramazan TUNÇ
Desteya Rêveber ya demkî, piştî dema tescîlkirina weqfê herî dereng di nav du mehan da mukelef e ku ji bo civînê gazî Desteya Damezirîneran bike.
Xala Demkî 2- Desteya Damezirîneran, piştî ku Weqfê kesatîya xwe ya hukmî bi dest xist bi şûn da, di nav du mehan da bi civîna xwe ya pêşîn Desteya Mutewelîyan ya ku ji 25 kesan pêk dihê hildibijêre. Di pey hilbijartina Desteya Mutewelîyan da, herî dereng di nav 15 rojan da civîna xwe ya pêşîn çêdike û endamên Dîwana Serokatîyê ya Desteya Mutewelîyan û endamên Desteya Rêveberîyê û Desteya Venêrînê ya Weqfê hildibijêre.
Xala Demkî 3- Ji bo ku ev seneda fermî ya Weqfê li Dadgeha Huqûqê ya Eslîyeyê ya dihêkildar bihê tescîlkirin dozê veke û bişopîne, di pêvajoya kirarîyên tescîlê da jî eger hewce bike, ji bo guherîna di Seneda Fermî ya Weqfê da yan jî ji bo miameleyên sererastkirina wê bide kirin Sedat YURTDAŞ hatîye rayedarkirin.