Me bi hevkarîya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ji bona "Bîranîna Salvegera Çilemîn ya Wefata Seydayê Cegerxwînî" bernameyek li dar xist. Bernameyê bi pêşkêşîya Bêrîvan Matyarê  dest pê kir û bi axiftina Hevseroka Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê Serra Bucakê û bi pêşwazîya Selîm Olçerî berdewam kir. Di bernameyê da, sînevîzyonek li ser jînenîgarîya Cegerxwînî, axiftinên kurt û xwendina helbestên Cegerxwînî, axiftina keça Cegerxwînî, Bonîye Cegerxwîn pêk hat. Di dawîya bernameyê da hunermend Erdînç Karahan stranên ku ji helbêstên Cegerxwînî hatine çêkirin pêşkêş kirin. 

 

Tarih: 21.11.2024