Editör | : Eşref Keydanî |
Yayıncı | : Mezopotamya Vakfı |
Kategori | : Dergi |
Yıl - Sayı | : 2023/13 |
Sayfa | : 116 |
ISSN | : 2667-6443 |
Bendewar û hezkirîyên “Folklora Me”yê em bi miradê xwe şad bûn û va ye hejmara 13. çap bû.
Di tûrikê me yê îcar da 22 nivîsên curbicur hene. Ji van nivîsan çar bi zaravayên kirmanckî, heçî yên mayî bi kurmancî ne. Ji nivîsên kirmanckî yek heye stranek e (deyîr) ku berîya 30 salî hatîye qeydkirin û çapkirina wê bû nesîbê me. Dîsa berhevkarîya Celîlê Celîlî ya 34 sal berê li Rojavayê kirîye cihê kêfxweşî û serbilindîyê ye. Di vê hejmarê da jî me du guhertoyên meseloka/çîroka “Pîrê û dîko/Dîk û pîrê” li pey hev dan ku her yek ji wan li herêmeka cuda hatîye berhevkirin. Me li pey hev dan ku xwînerên me bi çavên serê xwe bibînin; du çîrokên bi heman navî dikarin ji hev cuda bibin. Berhevkar Rêdî Seîdî hîkayeyeka gelêrî ya balkêş ji zarê Dengbêj Ayhanê Sipkî tomar kirîye û pêşkeşî me kirîye. Yûsif Hêşetî şêwirmend û şîretbêjê vegêranên gelêrî yê Hekarî û Behdînanê -Îsê Dêlan- ji nava toz û gemara jîyanê deranîye û bi me daye naskirin. Berhevkar Şeyma Orhan, Habîbe Polattag, Emîn Ozdemîr, Mehmet Olmez, M. Seîd Temel, Rêdî Seîd, Faruk Çetînkaplan nivîskarên kovara me yên nû ne. Rêya wan vekirî be. Xwarina we meftûne, vexwarina we ji Germava Cirnîyê be. Cehd ji me, mirad ji Xwedê.